Li Biradostê balafireke keşfê kete xwarê

Li herêma Biradostê balafireke keşfê kete xwarê. Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê herêm li şêniyan qedexe kiriye.

Li Biradostê balafireke keşfê kete xwarê
11 îlon, 2023   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF′ê, îro serê sibehê li qadeke di navbera gundên Bermîze û Çinarokê yên herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê de balafireke keşfê kete xwarê.

Hate diyarkirin ku pêşmergeyên PDK'ê çûne herêmê û li balafira ketiye xwarê digerin.  Hate ragihandin ku herêm li gundiyan hatiye qedexekirin.