′Eşîrên Kurd û Ereb hevgirtî ne û bi QSD′ê re ne′

Rûspiyên eşîrên navçeya Holê got: "Eşîrên Ereb û Kurd hevgirtin û xwedîderketina xwe ya li QSD′ê îsbat kirin. Ev yek dide nîşandan ku gelê me ji plan û komployên li dijî wê têne kirin, hişyar e."

′Eşîrên Kurd û Ereb hevgirtî ne û bi QSD′ê re ne′
11 îlon, 2023   10:13
HESEKÊ

Rûsiyên eşîrên navçeya Holê ya kantona Hesekê li pêşiya avahiya PYD′ê ya li navçeyê kom bûn û daxuyanî da. Rûspiyê eşîra El Heyîb, Ehmed Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hate kirin û hate diyarkirin ku operasyon li ser daxwawza şêx û rûspiyên Dêrazorê ji bo serdegirtina şaniyên DAIŞ, kesên derveyî qanûnê tevdigerin û zêdegaviyên Ehmed El Xibêl Ebû Xewla hatibû destpêkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku′′Di serî de dewleta Tirk a dagirker û milîsên Îranê ku dixwazin ewlehî û aştiya navxweyî ya li herêmê têk bibin, komên çekdar derbasî herêmê kirin da ku armanca operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ reş bikin û wekî şerekî di navbera QSD û eşîrên Ereban de nîşan bidin, da ku fitneyan derxin û di encamê de planên xwe bi cih bînin.′′

Rûspiyên Holê di daxuyaniyê de diyar kir ku QSD′ê xwe wekî hêzeke profesyonel îsbat kir û wiha domandin: "Kesên ji derveyî qanûnê tevgeriyan hewl dan hêzên me ber bi bikaranîna tundiyê ve bikişînin, lê hêzên me rêbazê diyalog û nîqaşan bi şêx û rûspiyên Dêrazorê re bi kar anîn da ku fitneyan têk bibin.′′

Rûspiyên Holê diyar kirin ku bi saya hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan a bi QSD′ê re tevahî hewldanên li dijî herêmê hatin pûçkirin.

Di daxuyaniyê de behsa hevgirtin û rola şêx û eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate kirin û hate gotin, helwesta şêx û eşîran sabit e ku piştgiriyê didin QSD′ê.

Her wiha hat gotin: "QSD′ê xak û rûmeta gelan parastin û ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku mertaleke xurt li hemberî astengiyên li pêşiya me ne."

Eşîrên Holê piştgiriya xwe bi QSD, YPJ û YPG′ê re anîn ziman û bang li xelkê Dêrazorê kir ji lîstok û hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin.

Piştî xwendina daxuxyaniyê dirûşmên "Bijî biratiya gelan" û "Serketinf ji Hêzên Sûriya Demokratîk re" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA