Rûsya ragihand ku du balafirên Ukranyayê xistine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêma Belgorod a rojavayê Rûsyayê du balafirên bê pîlot ên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsya ragihand ku du balafirên Ukranyayê xistine
11 îlon, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di kenala Telegramê de daxuyand ku pergala parastina asîmanî îro (Duşemê) saet di 01.20′an de li gorî dema GMT, du balafirên bê pîlot ên Ukraynayê li ser herêma Belgorodê îmha kirin.

Waliyê herêmê Vyaçeslav Gladkov jî di Telegramê de got: “Pergala me ya perastinê li herêma Yakovlevskî 2 balafirên bê pîlot hatin xistin. Ziyanên canî çênebûn”. Her wiha anî ziman ku bermaniyên balafiran li ser rêyeke nêzîkê avahiya niştecihbûnê ketin.

Herêma Belgorod li rojavayê Rûsyayê li ser sînorê bi Kharkiv re ya li aliyê Ukraynayê dikeve.

(bb)