Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî welatiyekî din ji aliyê komên çeteyan ve hat revandin.

Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand
11 îlon, 2023   09:01
ŞEHBA

Li Efrînê ya ji sala 2018′an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên dermirovî, talankirin, qirkirina xwezayî û guhertina demografîk bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji kantonê dane, 9′ê Îlonê çeteyên koma ′Hemzat′ welatiyê bi navê Mihemed Henan Hisên ê ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê revand.

Çavkanî da zanîn ku Mihemed Henan Hisên li nêzî xaçerêya gundê Basûtayê hat revandin û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

(bb)