SOHR: Li Idlibê karwanekî artêşa Tirk hat hedefgirtin

SOHR ragihand ku karwanekî artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Bab El Hewa ya gundewarê bakurê Idlibê hat hedefkirin.

SOHR: Li Idlibê karwanekî artêşa Tirk hat hedefgirtin
11 îlon, 2023   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku karwanekî artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Bab El Hewa li nêzî herêma Batbo ya gundewarê bakurê Idlibê bi topên RPG hat hedefkirin û got, jêdera topbaranê nehat zanîn.

Li gorî SOHR, duh bi şev karwanekî leşkerî ku ji nêzî 15 erebeyên leşkerî, alavên leşkerî û yên lojîstîk pêk dihat, di deriyê sînor ê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê derbasî "herêma bêçek" bû, piştre berî da eniya Mestûma ya li gundewarê başûrê Idlibê.

(bb)