Fermandarekî Cebhet El Ekrad detayên êrişên li dijî Minbic û Babê aşkera kirin

Fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebû Ebdo Kefer Sixîr detayên êrişên li dijî gundewarên Minbic û Babê aşkera kirin. Ebû Ebdo destnîşan kir ku dê ew bi ser kevin û dê her kesê dest bide ewlehiya herêmê, tune bikin.

Fermandarekî Cebhet El Ekrad detayên êrişên li dijî Minbic û Babê aşkera kirin
Fermandarekî Cebhet El Ekrad detayên êrişên li dijî Minbic û Babê aşkera kirin
Fermandarekî Cebhet El Ekrad detayên êrişên li dijî Minbic û Babê aşkera kirin
Fermandarekî Cebhet El Ekrad detayên êrişên li dijî Minbic û Babê aşkera kirin
10 îlon, 2023   01:41
MINBIC-DICLE EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, Heyet Tehrîr El Şamê, ji destpêka Îlonê ve bi awayekî hovane êriş rojava û bakurê Minbicê û rojhilatê Babê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya MInbicê û Babê, hêzên Cebhet El Ekrad û Şoreşgerên Idlibê bersiva wan êrişan dan û zirarên mezin li êrişkeran dan. Her wiha hewldanên wan ku derbasî herêmê bibin, têk birin.

Ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad ê li eniyên rojhilatê Babê cih girtiye, Ebû Ebdo Kefer Sixîr ji ajansa me re têkildarî geşedanên li herêmê axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 10 rojan ve, di bin navê êlan de êriş rojhilatê Babê, gundên bakur û rojavayê Minbicê dike. Lê em tevahî êl in, baş exlaqên êlan dizanin û rastiya wan nas dikin. Rêbaz û çekên giran ên çete bi kar tînin, heman rastiya terora wan û dewletên ku desteka wan dikin.”

Ebû Ebdo wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker piştevanê sereke ya wan çeteyan e. Ew ji wan re çek, pere û moşekan pêşkêş dike. Em li hember çeteyên Ehrar El Şerqiye, Heyet Tehrîr El Şam li ber xwe didin. Cenazeyên li ber destê me, van rastiyan piştrast dikin. Li ser cilên wan sembol û nîşaneyên wan hebûn. Wesayîtên ku me wêran kirine, navên wan komên çeteyan li ser hebûn.”

Ebû Ebdo detayên êrişên li gundewarê Babê aşkera kirin û got: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 caran êriş gundê El Bûyhic kir. Herî dawî, êriş gundê El Bogazê kir. Lê hêzên me bersiva wan êrişan da û zirarên mezin li wan kir. Çeteyan piştî ku nekarî pêş bikevin, reviyan çek û cebilxane û cenazeyên xwe li dû xwe hiştin.”

Ebû Ebdo soz da ku hêzên wan li hember tevahî êrişan amade ne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji damezirandina Cebhet El Ekrad sala 2013`an ve, ev hêz li hember çeteyan li ber xwe dide û li ser heman rêgezê ye. Parastina ax û gelê me bingeha têkoşîna me ye.”

Ebû Ebdo destnîşan kir ku Cebhet El Ekrad li Girê Spî, Heleb, Reqa û Serêkaniyê şerê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam kir û li wan herêma têk bir û serkeftin bi dest xist.

D idawiyê de Ebû Ebdo Kefer Sixîr destnîşan kir ku dê bi ser kevin, dê her kesê dest bi ewlehiya herêmê bide, tune bike û got: “Têkoşîna me heta rizgarkirina tevahî herêman û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên ji welêt, berdewam e.”

(şx)

ANHA