Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Hêzên me tevahî êrişên dagirkeriya Tirk şikandin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku hêzên wê tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê, têk birin û destnîşan kir dê bibe keleheke asê û dê ewlehiya herêmê biparêze.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Hêzên me tevahî êrişên dagirkeriya Tirk şikandin
9 îlon, 2023   18:12
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi beşdariya rûspiyan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil daxuyanî li qada meclisê bi beşdariya endamên meclisê, Meclisa Leşkerî ya Babê, Ceyş El Siwar, Cebhet El Ekrad û rûspiyên bajêr, xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo girtina şaneyên DAIŞ`ê, çeteyên ji derveyî herêmê operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` dest pê kir. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev yek bi kar anî, li du hev êrişên herêmên cuda yên Minbic, Eyn Îsa, Girê spî, Til Temir, Zirgan, kir. Her wiha piştî operasyon bi ser ket, êrişên xwe zêdetir kirin.

Armanca sereke ya zêdekirina êrişan, piştgiriyê bide komên çeteyan û terorîstên li Dêrazorê, tevliheviyê derxe, fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêke. Ji bo wê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahî rêbazên kirêt, şerê taybet li ser çapemeniyê, bi kar anîn da ku vîna gelê me û berxwedana şervanên me têk bibe. Her wiha di êrişên xwe yên li dijî herêmê de tevahî çekên giran bi kar anîn. Di encamê de sivîl bûn qurban. Her wiha zirarên mezin li mal û binesaziya herêmê hat.

Tevî êrişên dijwar û hedefgirtina jîngehan û şehîdbûna zarok û jinan, lê şervanên me bi lehengî li ber xwe dan û destanên lehenegiyê li hember van êrişan nivisîn. Tevahî êrişên wan têk birin û nehiştin, çete bostekê nêzî axa me bibin.

Di bersivdayîna êrişan de, herî kêm 52 çete hatin kuştin, 102 çete birîndar bûn, 9 erebeyên leşkerî hatin bêbandorkirin. Her wiha ji ber êrişên çeteyan 5 sivîl şehîd bûn û 4 din jî birîndar bûn. Her wiha li gudnê El Mehsenlî 2 sivîl revandin. Hêzên me miqdareke mezin a çek û cebilxaneyê desteser kirin.

Di nava kuştiyên çeteyan de, endamên DAIŞ`ê, Heyet Tehrîr El Şamê (El Nusra berê) hebûn. Em ji nîşaneyên rêxistina terorîst ên li ser cilên wan hebûn, piştrast bûn.

Ji ber bersivdayîna hêzên me, çete reviyan û nekarî bi pêş kevin. Ji bo wê jî, rêbazên din bi karanîn û şervanên me hedefgirtin. Di êrişeke tirsonek de erebeya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Meclisê, kir hedef. Di encamê de şervan Bozan Osman şehîd bû.

Em fedakariyên şervanên xwe û lehengiya wan li hember êrişên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker, silav dikin. Spasiya xelkê Minbicê dikin ku di aliyê manewî de piştgiriya hêzên me kir.

Em spasiya êlên xwe yên resen dikin ku planên dagirkeriya Tirk têk birin. Em rola ciwanên MInbicê silav dikin ku cihê xwe di eniyên şer de girtin û li rex hêzên me yên leşkerî li ber xwe dan. Bûn mînaka ciwanên li ser rûmeta xelkê xwe xîret dike. Di wê berxwedanê de 3 şervanên me şehîd bûn û 6 din birîndar bûn.

Em careke din diyar dikin ku ji bo parastina ewlehiya herêmê dê bibin keleheke asê û rûmeta xelkê xwe û azadiya wan biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku Minbic û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi fedakariyên ciwanên wê, azad û ewle be.”

(şx)

ANHA