`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca pêşxistina asta fikrî ya jinan û têgeha azadiya rastîn, komxebatek bi dirûşma “Girîngiya rola jinan di çêkirina biryarê de”

`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
9 îlon, 2023   14:51
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Îro salvegera 6`an a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyeyê ye. Bi vê boneyê meclisê şaxê Helebê komxebatek li hola Star Layt a herêma Şiqeyif a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Di komxebatê de, nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji seranserî erdnîgariya Sûriyeyê, nûnerên rêxistin û tevgerên jinan û kesayetên serbixwe beşdar bûn.

DIVÊ SAZKIRINA DESTÛRÊ LI SER BINGEHA FIKRÊN JINAN ÊN EDALET Û WEKHEVIYÊ BE

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê-nivîsgeha Helebê Heyfa Hesen beşda yekemîn a komxebatê xwend û destnîşan kir ku ji bo pêşxistina civakê, divê jin ji fikrê bîrdozî û dogmatîk rizgar bibe, vekirî be, xwe nas bike, dîroka xwe ya kevnar û rastiya civaka xwe fêm bike.

Heyfa teqezî bi pêşxistina bîrdoziya jinan da ku bikare astengiyên li pêşiya xwe derdikevin, derbas bike û hebûna xwe di civakê de îsbat bike.

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê mijara yekemîn a komxebatê de parve kirin.

PÊWÎSTIYA “TEGEHÊN REJÎMÊ” BI GUHERTINÊ HEYE

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîham Mihemed di beşa duyemîn a komxebatê de behsa asta ku jinên Sûriyeyê di çarçoveya çêkirina biryarê de gihaştinê û got: “Pêwîstiya jinan bi piştgiriya hev du heye. Bi taybet di aliyê siyasî û hiqûqî de bi rêya parastina mafên xwe di destûrekê de. Dûrxistina jinan ji siyasetê, ji biçûkahiyê ve dest pê dike. Ji ber ku pergala heyî, di dibistan û civakê de digot mafê jinan nîne ku bi siyasetê biaxive. Bi tiştekî nizane. Ew jî têgehên şaş in ku rejîmê ava kiriye û divê wek meclis em li hemberê tê bikoşin.”

PIŞTGIRIYA JINAN DI NAVENDÊN ÇÊKIRINA BIRYARÊ DE

Çalakvana sûriyeyî Miryana El Elî got gelek jinên sûriyeyî hene ku ji navendê çêkirina biryarê li welêt hatine dûrxistin û heke bigihînin wan navendan jî, tu rol nadin wê ji ber ku civak hîna ev hizir qebûl nekiriye.

QEBÛLKIRINA JINAN BI TEVAHÎ RENGÊN XWE ERK E KU DIVÊ PÊK WERE

Kesayeta serbixwe û endezyar Sîlvart Selûm got: “Divê jina ku dê tev li çêkirina biryarê bibe, hebûna xwe bi rêya raman, zanabûn û naskirina xwe ya rolan li ser tevahî astan, îsbat bike. Divê jinên gihaştine wan navendan, ji bo berjewendiya jinan kar bikin.”

Di komxebatê de çalakvan, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê yên li hundir û derveyî herêmê de, bi qeydên vîdyo hazir bûn û nêrînên xwe parve kirin.

Di dawiya komxebatê de, endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîham Îbrahîm axivî û îşaret pê kir ku tevî astengiyên li pêşiya jinên çalakvan, hiqûqnas, parêzvanên mafên jinan derdikevin, lê dê kar û xebatên xwe li Sûriyeyê berdewam bikin û piştgiriya tevgerên jinan bikin. 

Rîham wiha domand: “Wek parêzvanên mafên jinan, çalakvanên hiqûqî li Sûriyeyê, me civîna xwe bi dirûşma, wekhevî û hemwelatîbûn banga me be, jinên sûriyeyî roleke rastîn û çalaktir û bi rûmettir di danûstandinan û aştiyê de cih bigirin,  dest pê kir.”

(şx)

ANHA