Bîlançoya nû ya erdheja li Mexribê: Herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî bîlançoya nû, di erdheja bi pileya 7’an de ya ku li Mexribê pêk hat, herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bîlançoya nû ya erdheja li Mexribê: Herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest da
9 îlon, 2023   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdhej bi şev li eyaleta Hewz a li başûrê rojavayê bajarê Marakeşê pêk hat.

Li gorî bîlançoya nû ya ku Wezareta Karên Hundirîn daye, herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di erdhejê de 672 kes birîndar bûn ku rewşa 205 kesan giran e. Tê payîn bîlanço hîn girantir bibe.

394 kes li Hewzê ya ku navenda erdhejê ye û 271 kes jî li başûr Tarûdantê ya li başûr jiyana xwe ji dest da.

Piştî erdheja di sala 1960’î de ya ku li Agadirê çêbûbû û 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû, ev erdheja îro jî wekî erdheja herî giran kete qeydan.