Li Derayê leşkerekî hêzên Şamê û kesekî din hatin kuştin

Li Derayê di êrişa çekdarên nenasan de leşkerekî şaxê îstîxbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê û kesekî din ku pê re bû,  hatin kuştin.

Li Derayê leşkerekî hêzên Şamê û kesekî din hatin kuştin
9 îlon, 2023   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li bajarê Newa yê bakurê rojavayê Derayê çekdarên nenas gule li leşkerekî şaxê îstîxbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê û kesekî pê re reşandin û wan kuştin.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve 360 rewşên tevliheviya ewlehî li Derayê çêbûn. Di encamê de 297 kes hatin kuştin ku piraniya wan leşkerên hêzên hikumeta Şamê e.

 (fr)