Li kampa Eyn El Hîlwe careke din şer dest pê kir

Piştî aramiya qismî ya şevê din, careke din li kampa Eyn El Hîlwe ya başûrê Lubnanê şer di navbera Tevgera Fetih û komên çekdar de dest pê kir.

Li kampa Eyn El Hîlwe careke din şer dest pê kir
9 îlon, 2023   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li kampa Eyn El Hîlwe ya penaberên Filistînê ya  li nêzî Seyda ya başûrê Lubnanê aramiyek qismî serwer bû. Vê sibehê careke din şer di navbera Tevgera Fetih û komên çekdar de dest pê kir.

Li gorî medyayên dîjîtal ên Lubnanê,  vê sibehê hinek moşek li Seydayê ketin.

Tora El Meyadîn ragihand ku di encama şer de 2 kes hatin kuştin û hinek kesên din jî birîndar bûn. Tora El Arebiye jî da zanîn ′′Di encama şer de endamekî Tevgera Fetih û Şadî Îsa ku birayê fermandarekî payebilind ê komên tundraw Nimir Îsa ye hatin kuştin. Kesekî din ku nasnameya wî nehat zanîn li herêma Gaziya ji ber guleyên ketober hat kuştin.′′

(fr)