Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ′ê hat girtin

Di operasyoneke hevbeş a QSD, Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) de serçeteyekî DAIŞ′ê li Reqayê hat girtin.

Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ′ê hat girtin
8 îlon, 2023   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyoneke hevbeş de sereçteyekî DAIŞ′ê li Reqayê hat girtin.

 Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û sûcdarên bi ewlehî û istiqrara herêmê dilîzin ragihandiye de, Yekîneyên Antîteror (YAT) yên girêdayî hêzên me bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Saziya Têkoşîna Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (CTG) îro (Pêncşemê) 7′ê Îlonê operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Operasyon ji bo girtina ′berpirsê dîwana eşîran û emîrê banka rêxisitna DAIŞ′ê yê bajarê Reqayê′ Ebdulxefûr Tibir El Ziyab an ku Ebû Emîr hat kirin. Ev kes destek dida rêxistina DAIŞ′ê da ku kiryarên terorî li herêmê pêk bînin û her wiha çek û amûr didan wan.

Operasyon bi desteka hewayî ya ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hat lidarxistin. Yekîneyên me cihê terorîst dorpêç kir û wî zeft kir. Her wiha miqdarek çek û alavên ku li gel wî hatin dîtin, hatin desteserkirin.

Çek û alavên hatine desteserkirin ev in: 1 çeka Kalaşnikof, 5 cercûrên kalaşnikof, 8 telefonên destan, 3 rawter û 6 karên CD."

(bb)

<iframe width="677" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/jvUFKgJmZNs" title="قوّاتنا تُلقي القبضَ على أمير داعشي خلال " frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>