Li Siwêdayê xwepêşandên girseyî û li Humisê rewşa awarte

Bi hezaran şêniyên Siwêdayê xwepêşandaneke girseyî li dar xist, di heman demê de dewriyeyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê li Humisê geriyan û tevahî rêyên ber bi naverasta bajêr ve girtin, da ku pêşî li xwepêşandanên piştgiriyê bigirin.

Li Siwêdayê xwepêşandên girseyî û li Humisê rewşa awarte
8 îlon, 2023   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên Cebel El Ereb li qada Kerame ya Siwêdayê kom bûn û banga rakirina Beşar Esed, pêkanîna biryara 2254′an û geşkirina têgeha nenavendîbûnê kir.

Ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve ev xwepêşandana îro ya mezintirîn e. Xwepêşandêran diruşmên′Ji hilweşîna rejîmê re veger nîne′, ′Na ji mezhebperestiyê re li Sûriyeyê′, ′Fedakariyên jina sûriyeyî şoreşa li hember desthilatê ye′ berz kirin.

Girêdayî mijarê, çavkaniyên ji Siwêdayê daxuyand ku berpirsên hikumeta Şamê yên li Siwêdayê gef li ajokarên xwepêşandêran ji gundan vediguhêzin Siwêdayê xwarin ku ew ê kartên wan ên mazotê ji wan bikişînin. Ew yek nîşan dide ku hikumeta Şamê ji firehbûna xwepêşandanan metirsîdar e.

′RÊYÊN LI HUMISÊ HATIN GIRTIN′

Li Humisê jî dewriyeyên ewlehiyê yên girêdayî şaxên îstîxbarata hikumeta Şamê ji saetên sibehê li nava taxên bajêr û kolanên wan belav bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), da zanîn ku dewriye li kolana Sitîn, li pêş dermanxaneya karkeran a li hember mizgefta Xalid Bin Welîd, li gelek kolanên Xalidiyê û Qisor belav bûne. Da ku çi tevgereke piştî nimêja înê bişopînin.

(fr)