Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di merasîma oxirkirina şehîdên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de diyar kir ku şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe hevgirtî ne û li hember dijmin di yek xendekê de ne.

Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Xelkê Minbicê 2 şehîdên xwe oxir kirin
8 îlon, 2023   11:33
MINBIC

Şêniyên Minbic, gundewarên wê, endamên partiyên siyasî, meclis, rêxistinên civaka sivîl, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî merasîma oxirkirina 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî El Elî û Mehmûd El Hecac bûn. Her du şehîd li goristana şehîdan a Minbicê li başûrê bajêr hatin veşartin.

Di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Minbicê de Elî El Elî û Mehmûd El Hecac di 7′ê Tebaxê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesen El Hisên axivî û wiha got: "Şehîdan di oxira parastina welat û rûmetê de canê xwe da."

El Hisên wiha domand: "Şehîd rûmet û serbilindî ne. Ji bilî lehengan kes nikare şehadetê bi dest bixe. Şehîdên mînakên lehengî û fedakariyê raber kirin."

′EM SOZÊN XWE NÛ DIKIN′

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî wiha got: "Em canê xwe ji bo vî welatî feda dikin. Em ê her tim ji bo welat bibin mertal. Me berê sond xwar û îro jî soza xwe nû dikin."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbic Sîham Hemo axivî û wiha got: "Ji dema Minbicê hatiye rizgarkirin ve di oxira parastina bajêr, ewlehî û îstîqrara wê de xort û keçên wê şehîd dibin. Dewleta Tirk a dagirker ji dema rizgarkirina Minbicê ji DAIŞ′ê rojekê jî êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Minbicê nesekinandiye."

Sîham wiha domand: "Ji çend rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Minbicê dike; ne biçûk ne mezinan dizane. Tirs û xofeke xistiye dilê welatiyan."

Sîham wiha bi dawî kir: "Şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re hevgirtî ne û piştgiriyê didin hêzên xwe. Ew li kêlek hêzên xwe li hember êrişan di yek xendekê de ne."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA