​​​​​​​Eşîrên Tebqayê: Em ê rê nedin ti kesî ku di rêveberî û hêzên me de destwerdanê bike

Rûspî û serokeşîrên Tebqayê piştgiriya operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya QSD'ê kir û bang li rûspî û serokeşîrên Dêrazorê kir ku guh nedin fîtneyên hin aliyan ku dixwazin li dijî projeya neteweya demokratîk derxin.

​​​​​​​Eşîrên Tebqayê: Em ê rê nedin ti kesî ku di rêveberî û hêzên me de destwerdanê bike
8 îlon, 2023   03:39
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Li hember propagandaya li dijî operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rûspî û serokeşîr û welatî nerazîbûna xwe nîşan da.

DIVÊ DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDAN BÊN PARASTIN

Rûspiyê eşîra Igêdat a Tebqayê Sultan El Weka got: "Divê eşîrên Dêrazorê planên dewletên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin û fêm bikin tiştê li Dêrazorê dibe hewldana peydakirina fîtneyê û têkbirina aramiya herêmê ye ku di encamê de projeya neteweya demokratîk bê têkbirin."

El Weka wiha domand: "Dema pirsgirêk hebin eşîr û rêveberî dikarin bi rêbazên aştiyane û bi diyalogê çareser bikin da ku destkeftiyên şehîdan bê parastin û rê li ber dewletên derve bê girtin û di karûbarên herêmê de destwerdanê nekin."

EM DESTEKÊ DIDIN HÊZ Û RÊVEBERIYA XWE YÊN KU EM RIZGAR KIRINE

El Weka wiha domand: "Divê em piştgiriya hêz û rêveberiya xwe bikin. Dema ku dewletan komplo li dijî me pêk dianî, her duyan em ji DAIŞ`ê rizgar kirin."

El Wela bang li rûspî û serokeşîrên Dêrazorê kir ku ji vî şerê taybet hişyar bin ji ber ku armanc derxistina fîtneyê di navbera QSD'ê û şêniyan de ye ku di encamê de mûzaîka civakî ya ku bi saya projeya neteweya demokratîk hatiye avakirin, têk biçe.

Her wiha rûspiyê eşîra Şefrat, Ehmed El Cedû got: "Tevgerên şaneyan û tevgera di bin navê eşîrên ereb de li dijî gelê herêmê û QSD`ê komployek e. Armanca wê, derxistina fitneyê, tevlihevîkirina ewlehiya herêmê ye.”

DIVÊ SEROKEŞÎR GUH NEDIN DESTWERDANÊN DERVE

El Cedû wiha domand: “Divê serokeşîr guh nedin destwerdanên ji derve û di vê mijarê de baldar bin. Em li dijî van komên derqanûnî ne û em ê heta dawiyê li dijî wan li ber xwe bidin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”

El Cedû bang li şênî û eşîran kir ku guh nedin kanalên ku dewletên derve di serî de dewleta Tirk a dagirker destekê didin wan, ji ber ku ew peydakerên fîtneyê ne."

Di dawiya axaftina xwe de El Cedû got: "Em Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr di yek xendeqî de li dijî êrişan li ber xwe didin û em rê nadin tu dewletan ku azadiya me ji destê me bigire."

(mh/şx)

ANHA