​​​​​​​`Bersivandina bangewaziyên xwepêşandanan zêde dibe`

Rojnamevan û mudirê navenda “Ragihandinê ya Serhildana Siwêdayê” Murhef El Şair diyar kir ku bersivandina bangên lidarxistina xwepêşdanê, zêde dibin. Her wiha destnîşan kir ku armanca xwepêşandanan, guhertin û avakirina hewayeke neteweyî ya demokratîk e û got çareserî, di avakirina dewleteke sivîl a demokratîk de nixumandî ye.

​​​​​​​`Bersivandina bangewaziyên xwepêşandanan zêde dibe`
8 îlon, 2023   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan li parêzgera Siwêdayê berdewam in. Xwpêşandêr, siyaseta aborî ya hikumeta Şamê şermezar dikin û banga guhertina rejîmê dikin.

HELWESTA ERÊNÎ LI HEMBER XWEPÊŞANDANAN ZÊDE DIBE

Rojnamevan û mudirê navenda “Ragihandin Serhildana Siwêdayê” Murhef El Şair der barê xwepêşandanên li Siwêdayê de ji ajansa me re wiha axivî: “Daxwazên şêniyan diyar in; guhertina desthilatê, pêkanîna biryara 2254 a NY`yê, teqezî bi rewşa welatîbûn û demokrasiyê, nemaze ji ber nebûna beşdariya siyasî, paşguhkirinê, xerîbiya li welêt, nekarîna girtina biryarekê têkildarî çarenûsa gelan û mafên wan.” 

El Şair destnîşan kir ku helwesta erênî ya li hember xwepêşandanan gihaştiye asta herî baş û wiha domand: “Şoreş û serhildana gel her ku diçe zêdetirî dibe piştî ku şaristanî û aştiyanebûna xwe û serkeftina xwe di aliyê rêxistinî de îsbat kir. Her roj, em helwestên nû yên gundan, hêzên siyasî, heta rêxistinên sivîl, tevgereke civakî ya malbatî dibînin ku teqezî bi daxuyaniya serokê rohanî yê taîfeya muslimanên hevgirtî yên Durzî birêz şêx Hikmet El Hecrî dikin. El Hecrî bi awayekî aşkera got daxwazên gel mafdar in û pêwîstî bi guhertinê heye. Hin beşên cuda yên ciwan, jin û zarok hene ku dixwazin tev lê bibin ta ku daxwazên wan pêk werin.”

ARMANCA SERHILDAN GUHERTIN Û AVAKIRINA HEWAYEKE NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK E

Der barê xeta geşedanên pêşbîn de El Şair got: “Niha, armanca serhildanê guhertin û avakirina hewayeke neteweyî û demokratîk e ku azadiya gelan dabîn dike. Wê ji olîgarşiya desthilatdar xilas bike. Ev desthilata ku li ser stûyê gelê xwe stemkar kiriye û xêr û berakata neteweyî yên welêt bi hêsanî frotiye biyanî.”

El Şair ev li gotinên xwe zêde kir: “Xelkê Siwêdayê, xwe dispêrin birayên xwe yên sûriyeyî yên li parêzgeh û herêmên din ku li rex rûmeta sûriyeyî bisekinin û ji bo pêşeroja zarokên xwe serî hildin. Pêşerojeke wisa ku li ser edlê, azadî, edaleta civakî ava bibe. Em helwestên tevahî koçberên sûriyeyî li dewletên cîhanê dibînin ji ber ku hêvî li şoreşê vegerand. Ew deriyê hêviya xilasiyê yê tevahî sûriyeyiyan e. Ev nîşan dide ku qada xwepêşandan û tevlêbûnê li seranserî Sûriyeyê belav bûye.”

SERHILDAN KOMÎTEYÊN BIRÊXISTINÎ BERHEMANDIN

El Şair têkildarî pêwîstiya birêxistinkirina serhildanê ji vê bêtir got: “Di aliyê pratîkê de, Siwêda xwedî pergaleke nirxî û exlaqî ye. Li gor adetên wê ku urfên civaka têgihişt li ser serwer e, komeke xebatê ya neteweyî heye. Dibe ku ev rewşa serhildanê baştir bike. Heta niha, serhildan komîteyên birêxistinî hilberandin. Erka wê parastina xwepêşandanan û saziyên xizmetguzariyê ye. Li parêzgehê, ji dema destpêkirina serhildanê, bûyerên revandinê, komên çekdar ên alîgirên saziyên ewlehiyê kêm bûne. Komîteyên xwecih, erka parastina xelkê Siwêdayê bi cih tînin.”

El Şair wiha domand: “Dibe ku piştî şêwira hêzên siyasî, sivîl, xwecih û lêvegera bilind a şêxên aqilamend, komîteyên berfirehtir ava bibin. Formeke hevgirtî û nêrînên çareseriyê, saz bibe ku xizmeta tevahî sûriyeyiyan û xelkê Siwêdayê bike. Nemaze, li gel gefên muhtemel û şerê derûnî yê ku desthilat dimeşîne çi bi rêya DAIŞ`ê yan jî derxistina fitneyê.”

GELEK FAKTOR

El Şair di dawiyê de got: “Rewşên aborî, yek ji sedemên pirsgirêkê ye. lê gelek faktorên din hene, mîna paşguhkirina siyasî, koçberkirina ciwana, desthilata ewlehiyê, wêrankirina pêşeroja ciwanan, destgîrkirin, tundiya li dijî sûriyeyiyan, nevandîbûna biryarê û desthilatê, ev hemû sedemên ku nayên înkarkirin. Çareseriyên heyî jî ev in; guhertina aştiyane ya desthilatê, pêkanîna hêviyên sûriyeyiyan ên avakirina dewleteke sivîl û demokratîk ku mafên gelan dabîn dike. Sazkirina destûreke neteweyî ku hêviyên her kesî pêk tîne. Dibe ku şeklê hikumetê ne armanceke bi serê xwe be, belkî mirovî be, jiyanek rast û bi rûmet be bêyî ku vîna mirov binpê bibe.”

(şx)

ANHA