Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin

Şêniyên herêma Firatê cenazeyê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê oxir kir.

Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin
Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin
Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin
Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin
Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin
Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin
Bi merasîmeke heybet fermandar Bozan Berkel hate oxirkirin
7 îlon, 2023   11:22
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, kesayetên partiyên siyasî li herêma Firatê û Minbicê û gelek hevrêyên wî beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Bozan Berkel bûn. Fermandar Bozan Berkel di encama çandina mayînekê bi erebeya wî de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a Navçeya Qenayê Sûad Şêx Demir wiha got: "Meha Îlonê ji bo gelê herêmê bi êş bû, bi taybet ji bo şêniyên Kobanê ku piştî şerê qirkirinê yê ku çeteyên DAIŞ′ê di 2014′an de pêk anîne êş kişandin. Lê di dawiyê de bi fedakariyên şehîdên Kobanê hate rizgarkirin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya hedefgirtina welatiyan li herêmên me, tola wan çeteyan hilîne."

 Sûad wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker nikare bigihîne armancên xwe, ji ber gelê herêmê li hember wê disekine. Fedakariyên zarokên me yên di nava QSD′ê de ku parastina herêmê dikin û li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker disekinin bûn yek."

Endamê Meclisa Leşkeîr ya Minbicê Mihemed El Cadir jî behsa têkoşîna şehîd Bozan Berkel û rola wî di têkbirina terora bi piştevaniya dewleta Tirk kir.

El Cadir xîtabî her kesên hewl da ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe û xizmetî dewleta Tirk a dagirker bi rêya çandina bombeyan di erebeyan de bike, kir û wiha domand: "Ger kesek şehîd bû, bi sedan kesên çekê hilgirin û tolê hilînin hene. Şehadet îsrar û têkoşîna me ya ber bi serkeftinê de zêde dike."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Salih Nûh wiha got: "Dem dema tolhildana şehîdên me ye. Hêzên me îro zirarên mezin bi dagirkerên hewl didin xaka me dagir bikin de pêk tînin. Fedakariyên şehîdên me badilhewa naçin, lê ji bo gelê herêmê serkeftina li dijî rejîmên faşîst û têkbirina planên qirêj e."

Nûh wiha domand: "Piştî dewleta Tirk a dagirker di dagirkirina xaka me de bi bin ket, hewl da di nava pêkhateyên herêmê de fitneyê çêke ku herêmên me dagir bike. Lê rastî vîn, yekitî û hevgirtina gelê herêmê hat û planên wê hatin têkbirin."

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nezîfe Xilo li ser navê malbat şehîd Bozan axivî û diyar kir ew ne tenê şehîdê Kobanê ye, şehîd tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA