Şêx û eşîrên Reqa: Hêzên me fitne û terorê têk birin

Şênî, şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê soza wefadariya xwe ji QSD′ê re nû kir û got, "Hêzên me têkbirên fitne û terorê ne. Em wan garantiya mezin ji bo pêkanîna hêviyên xwe û parastina yekitiya Sûriyeyê bi xak û gelê wê dibînin."

Şêx û eşîrên Reqa: Hêzên me fitne û terorê têk birin
7 îlon, 2023   11:19
REQA

Şênî, rûspî û şêxên eşîrên rojhilatê Reqayê û endamên meclisên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî li bajarokê Kerame kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê Meclisa Bajarokê Kerame Îbrahîm El Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin tiştê li Dêrazorê pêk tên komployeke li dijî pêkhateyên herêmê ye û bi destên qirêj pêk hatin; ji bazirganên hişbir, gendel û şaneyên veşartî yên DAIŞ′ê. Wan hewl da gendeliyê pêk bînin û mafên welatiyan ên pîroz têk bibin. Ji bo bersivdana banga eşîrên Dêrazorê hêzên ewlehî amade bûn ku erka xwe pêk bînin bi ser kesên hewl didin ewlehiyê têk bibin de girtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şehîdên di hemleya paqijkirina Dêrazorê de şehîd bûne, ji xelkê eşîrên di nava QSD′ê de bûn.

Eşîran di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku AKP′ê, milîsên mezhebperest ên Îranê û rejîma Baasê hewl da bi rêya artêşa xwe ya ewlehî û çapemeniyê fitneyê derxin.

Her wiha hate gotin rejîma Sûriyeyê hewl dide xwepêşandanên li Siwêdayê bi rêya derxistina fitneyan li Dêrazorê, binixumîne.

Di dawiyê de xelkê eşîrên xeta rojhilatê bajarokê Kerame soza wefedariya xwe ji hêzên xwe QSD′ê re nû kir û got QSD′ê têkbirên fitne û terorê ye û garantiya mezin a pêkanîna hêviyên wan û parastina yekitiya Sûriyeyê ye.

(fr)

ANHA