Rûspiyên eşîrên herêmên Firatê piştgirî da operasyona `Xurtkirina ewlehiyê`

Bi dirûşma "Ji bo destekdayîna operasyona 'Xurtkirina ewlehiyê' û QSD'ê" rûspî û serokeşîrên herêmên Firatê û MSD'ê li navenda MSD'ê ya Reqayê civîneke eşîrî li dar xist.

Rûspiyên eşîrên herêmên Firatê piştgirî da operasyona `Xurtkirina ewlehiyê`
Rûspiyên eşîrên herêmên Firatê piştgirî da operasyona `Xurtkirina ewlehiyê`
Rûspiyên eşîrên herêmên Firatê piştgirî da operasyona `Xurtkirina ewlehiyê`
6 îlon, 2023   17:48
REQA

Di civînê de rûspî û serokeşîrên Reqa, Herêma Firatê, Meclisa Rûspiyan û endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

Di serî de endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Emel Dede got: "Em îro ji bo nîqaşkirina zehmetiyên li pêşiya me derdikevin hemwextî geşedanên dawîn ên li herêmên Dêrazorê û rola eşîran di têkbirina van êrişan de, li vir civiyane."

Emel balkişand ser rola qebîle û eşîran û got: “Ew pergeleke civakî ne ku dîroka wê vedigere bi sedan salan berê. Rolekê di xurtkirina civakî û biratiya gelan de dilîze. Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser de, gelek destkeftî bi dest xistin. Di oxira wê de heta îro, hejmareke ne kêm şehîd û birîndar dane.”

Piştre, endamê Nivîsheha Têkiliyên Leşkerî ya Herêma Firatê Mustefa Balî der barê rewşa Dêrazorê de wiha axivî: "Berî 3 mehan şandeyên serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê serdana fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir û jê re doz û zehmetiyên xwe anîn ziman."

Balî wiha lê zêde kir: "Hemû şandeyan diyar kir ku bazirganiya madeyên hişbir sûcekî terorî ye. Her wiha rûspî û serokeşîrên Dêrazorê teqezî bi girîngiya dûrxistina Ebû Xewle kir, lê ev dûrixstin wek şerekî di navbera kurd û ereban de hat diyarkirin, Ebû Xewle ji bo nîqaşê hat vexwendin lê wî ew vexwendin red kir û di encamê de ew hat girtin ji ber ku li gor rêziknameya QSD'ê û qanûnên leşkerî neçû."

Serokeşîr û rûspiyên beşdar, nêrînên xwe der barê civînê de parve kirin ku endamê Meclisa Rûspiyan a Reqayê şêx Elî El Salih got: "Em bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe yek in û divê serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê ji fîtneyê hişyar bin."

Rûspiyê eşîra El Bû Cabir şêx Nayêf El Dêf destnîşan kir ku divê ji bûyerên li Siwêdayê ders bê girtin û got: "Dijmin pir in û dixwazin kirîzan li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ev jî dihêle em li hember projeya xwe ya demokratîk zêdetir berpirsyar bin."

Rûspiyê eşîra Mûsa El Zahir, şêx Îbrahîm El Mutasêm El Hadî got: "Hin kes hene dixwazin di êlên me yên li Erebistana Siûdî û Qeter û dewletên din de fîtneyê peyda bikin. Divê ev propaganda bê rawestandin, em tev QSD'ê jiyaneke aram dijîn û em rê nadin fîtneyê ku derbasî herêmên me bibe."

Serokeşîrê El Bû Xemîs, şêx Hisên El Raşid nêrînên beşdaran wiha bersivandin: "Tiştê dibe fîtneyek e ku dewletên herêmî xwest wê bi kar bînin û di nav eşîran de tevliheviyê peyda bikin, lê belê kesên aqilmend û QSD'ê ev rewş kontrol kir û fîtne bi dawî kir, em jî bi navê eşîrên Ereb li dijî vê fîtneyê ne."

Beşdaran di dawiyê de li ser encamnameyekê li hev kir ku ji aliyê Emel Dede ve hat xwendin. encamname wiha ye:

Destekdayîna operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" ya QSD'ê.

Rêgirtina li ber destwerdana derve di karûbarên hundirîn de.

Destekdayîna Rêveberiya Xweser di têkoşîna wê ya li dijî gendeliyê de.

Bûyerên Dêrazorê fîtneyeke derve ye bi armanca têkbirina aramiya herêmê ye.

Têkoşîna li dijî hişbirê û cezakirina sûcdaran.

Çalakkirina rola eşîran di çareserkirina dozên herêmê de.

Kesên ku erkên xwe ji bo armancên din bi kar tînin divê hesab ji wan bê pirsîn.

Başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzariyê.

Hişyarkirina gel di warê siyasî de

Xurtkirina eniya hundirîn.

Çalakkirina diyaloga Sûriyeyî Sûriyeyî.

Teqezkirina pîroziya xwîna sûriyeyî.

(mh/şx)

ANHA