Bi dîmen çeteyekî DAIŞ`ê bi navê êlan di êrişên li dijî Minbicê de

Di dîmenekê de ku çalakgeran li ser medyayên dîjîtal belav kiriye, çeteyekî DAIŞ`ê li gundê rojavayê Minbicê û yek din li rojhilatê Babê xuya dibe. 

Bi dîmen çeteyekî DAIŞ`ê bi navê êlan di êrişên li dijî Minbicê de
6 îlon, 2023   13:37
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şervanên wan tevgerên çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ ku di lîsteya terorê de ye, li gundên rojavayê Minbicê şopandin. Piştî şêniyên herêmê ew neçar kir ji gund derkevin çeteyên "Tehrîr El Şam" li gundên rojavayê Minbicê bi cih bûn û çekên xwe yên giran li wir bi cih kirin.

Çalakgeran dîmeneke parve kir ku tê de gelek çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" û çeteyekî din bi cilê leşkerî û di dest de ala DAIŞ′ê heye xuya dibe. Ew dîmen vê sibehê li rojavayê Minbicê hatiye kişandin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wan li ber xwe didin ku dixwazin li aliyê bakur, rojavayê Minbicê û rojhilatê Babê bikevin herêmê.

(fr)

ANHA