Şêniyên Dêrazorê: Destên veşartî di rûdanên Dêrazorê de hene

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê nixumandin û derewandina rastiyên li herêmên Dêrazorê rû didin şermezar kir û got ew komployek li dijî herêmê bi giştî ye û destên veşartî pêk anîn ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin, her wiha Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ binixumînin.

Şêniyên Dêrazorê: Destên veşartî di rûdanên Dêrazorê de hene
6 îlon, 2023   12:44
DÊRAZOR

Xelkê herêma rojava ya Dêrazorê, endamên meclisa herêmê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya li pêş Meclisa Bajarokê Kîsrat kom bûn û daxuyaniyek da. Hevserokê meclisê Mihemed El Hîlal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin tiştên li herêmê rû dane û hemwextî Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya QSD′ê daye destpêkirin pêk hatiye, ji ber destwerdana destên veşartî bûn. Wan bi rêya ragihandin, belavkirina nûçeyên derew û berovajî, her tim hewl da fitneyan derxin, ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin.

Di daxuyaniya meclisê de hate destnîşankirin ku divê gelê herêmê li hember van fitneyan bisekine û êşên şer bi dûr bixin. Divê zimanê diyalog û aqilmendiyê serwer be û bi hevgirtina eşîr û Rêveberiya Xweser destkeftî werin parastin.

 (fr)

ANHA