Ji bo yekitiya pêkhateyan panel

Bi sernavê ′Na ji fitneyê re...erê ji misogerkirina yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re′ Partiya Çep a Kurd li Sûriya bi hevkariya MSD′ê panelek li dar xist. Di panelê de rola QSD′ê û gelên herêmê yên pêkanîna aştiyê silav kir.

Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
Ji bo yekitiya pêkhateyan panel
6 îlon, 2023   12:32
HESEKÊ

Partiya Çep a Kurd li Sûriya bi hevkariya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê ′Na ji fitneyê re...erê ji misogerkirina yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re′‎ li hola Marbêla ya Hesekê ji bo piştgiriya QSD′ê panel li dar xist.

Di panelê de nêzî 100 kesayet û nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, nûnerên ji saziyên sivîl, pêkhate û nûnerên QSD′ê beşdar bûn.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin.

Mijara yekemîn li ser krîza niha û nêrîna Partiya Çep a Kurd li Sûriya bû. Têkildarî sekreterê giştî yê partiyê Mihemed Mûsa behsa rewşa niha, destwerdanên aliyên derve li kar û barên hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldana kişandina herêmê ber bi şerekî mezhebî ve kir, her wiha rola QSD′ê li hember plan û binketina wan silav kir.

Di mijara duyemîn de endamê Desteya Rêveber a MSD′ê Sabit El Cehwer axivî û bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser, MSD û QSD′ê di îstîqrara herêmê û pêkanîna yekitiya pêhateyan de û got: "QSD′ê herêmê rizgar kir, şerê çeteyan kir. Planên li dijî herêmê têk birin. Ewlehî li herêmê pêk anî."

El Cewher têkildarî rola QSD′ê li hember komployên li dijî herêmê piştgiriya xwe anî ziman.

Yek ji fermandarên têkiliyên leşkerî yên QSD′ê li herêma Cizîrê Alan Hesekê got, "Em ê projeya biratiya gelan biparêzin."

Alan Hesekê anî ziman ku Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ dewam dike û wiha domand: "Ew operasyon li dijî bazirganên hişbirê, gendel û sûcdaran e. Dê hêzên me heta paqijkirina herêmê ji qirêjiyan wan li hember wan bisekinin."

Hesekê wiha anî ziman: "Hemû dizanin ku destwerdanên derve û sûdwar hene. Rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker ji van kiryar û rûdanên îro pêk tên sûdwarên mezin in. Îro dewleta Tirk a dagirker, hemwextî operasyona leşkerî ku hêzên me daye destpêkirin, êrişî herêmên me dike."

Piştî panelê, ajansa me bi endamê Desteya Rêveber a MSD′ê Sabit El Cewher re hevdîtineke çêkir. El Cewher wiha got: "Armanca me ji lidarxistian vê panelê û beşdariya kesayetan planên li dijî herêmên me şîrove bikin. Ji ber ew plan li dijî projeya Rêveberiya Xweser in, ji wê zêdetir jî hewl didin herêmê ber bi fitneyeke mezhebî ve bikişînin."

El Cewher anî ziman ku nêrîn di panelê der derketine, diyar dikin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi eşîr û xelkê xwe li kêlek hêzên xwe yên leşkerî ne û ji bo pêkanîna ewlehî û îstîqrarê û têkbirina planan piştgirê didin.

(fr)

ANHA