Li Efrînê welatiyek hate revandin

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyek ji navenda Efrînê ya dagirkirî revand.

Li Efrînê welatiyek hate revandin
6 îlon, 2023   09:18
ŞEHBA

Li gorî agahiyên çavkaniyan ji hundirê Efrînê dane, çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Mistefa Henan Mihemed (44) ê ji gundê Şerqiya yê girêdayî navçeya Bilbilê di 28′ê Tebaxê de li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê revand.

Çavkaniyan anî ziman ku çeteyan welatî ber bi cihekî nediyar ve birin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca astengiyê li dijî welatiyan bikin û wan bidin koçberkirin da ku guhartina demografîk temam bikin, niştecihên li Efrînê mane direvînin.

(fr)

ANHA