Dewleta Tirk çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gundên Minbicê bi cih kirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên rojava û bakurê Minbicê ji niştecihên wan vala kiriye û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam lê bi cih kiriye.

Dewleta Tirk çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gundên Minbicê bi cih kirin
6 îlon, 2023   06:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk  a dagirker piştî ku gundên rojava û bakurê Minbicê ji niştecihên wê vala kirin, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya di lîsteya terorê ya cîhanê de) lê bi cih kirin.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li derdora bajarê Minbicê, hejmareke gundên bakur û rojavayê bajêr, bi taybetî gundên Yaşlî û Şêx Nasir (19 kîlmetreyan dikevin bakurê rojavayê Minbicê) bi cih bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyan li gundên navborî çekên giran bi cih kirine û gund ji niştecihên wê vala kirine.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyê de ragihand ′′Tevgerên Heyet Tehrîr El Şam bi koordîneya hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk hatin, nemaze piştî ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbicê têk birin.′′

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku deverên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê lê hatine bicihkirin, ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

(bb)

ANHA