Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir

Şêniyên Minbicê cenazeyên 3 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin ku di oxira parastina ewlehiya herêmê de canê xwe feda kir.

Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
Minbicê 3 şehîdên xwe oxir kir
5 îlon 2023   20:11
MINBIC

Şêniyên Minbicê, cenazeyên şehîdan: Cuma El Hesen, Yasir El Mistêf û Ehmed El Silêman bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîdan a Minbicê oxir kir.

Endamên Rêveberiya Sivîl, xet û meclisên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, partî, rûspî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan şênî di merasîmê de beşdar bûn.

Di serî de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen El Hisên axivî û got: “Şervanên me bi destê yên mirovahiyê îdia dikin şehîd bûn. Di rastiyê de ew bazirganên xwîna gelan in û xema wan a yekane derxistina fitneyê di nava xelkê welêt de ye.”

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ezîz axivî û soza şopandina rêya şehîdan da ta ku serkeftin pêk were û dê li hember êrişên li dijî herêmê bibin mertal.

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajêr, hevseroka Komîteya Hundirîn Duha El Casim axivî û got: “Destpêkê em sersaxî didin xwe û li ber fedakariyên şehîdan bejna xwe ditewînin. Em bi wan serbilind û serfiraz in. Xwîna wan li erdê namîne dê ji nifşên pêşerojê re, bibe bingeha avakirina cîhaneke baştir.”

Piştî wê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Eîdo wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê her sê şervanan, spartin axê.

(şx)

ANHA