UNESCO′yê êrişa li dijî ekîba JIN TV′yê şermezar kir

UNESCO′yê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser ekîba JIN TV′yê şermezar kir û xwest berpirsên êrişê sewqî edaletê werin kirin.

UNESCO′yê êrişa li dijî ekîba JIN TV′yê şermezar kir
5 îlon, 2023   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay, bi daxuyaniyeke qetilkirina endamê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şermezar kir.

 Audrey Azoulay bang li destshilatan kir ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2222′yan, di rewşên şer de rojnamevanan û kesên girêdayî biparêzin. Her wiha xwest ku der barê vê êrişê de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsên êrişê sewqî edaletê bên kirin.

Dewleta Tirk  a dagirker di 23′yê Tebaxa îsal de bi balafireke bê mirov a bi çek erebeya ekîba JIN TV′yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir. Di encamê de xebatkarê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû.

(bb)