Bi dîmen operasyona lêgerînê li El Şihêl

QSD`ê piştî paqijkirina bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan, dest bi operasyona lêgerînê kir.

Bi dîmen operasyona lêgerînê li El Şihêl
4 îlon, 2023   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî şerên bi çeteyan re, karî bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê bi temamî ji wan paqij bike. Dûre dest bi xebatên lêgerînê yên berfireh kir.

Ji dîmenekê ku ajansa me kişandiye, xuya dibe çawa şervanên QSD`ê xebatên lêgerînê pêk tînin, di wê de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser dikin.

Duh QSD`ê li ser bangên şêniyan, bajarokê El Bisêra, bi temamî ji çeteyan paqij kir.

(şx)