Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 23 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku wan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û di bersivdayîna 4 rojan de 23 çete hatine kuştin û 21 çeteyên din jî birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 23 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
4 îlon, 2023   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bakur û rojavayê Minbicê aşkera kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sibeha înê (1'ê Îlonê) êrişeke bejayî li dijî bakur û rojavayê bajarê Minbicê pêk anî. Êriş ji gelek eniyan û gundan ve bû ku di encamê de şêniyên herêmê koçber bûn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da vê êrişê. Lê piştre çeteyan careke din ji baregeha xwe ya Kirbiclî, gundê Dendeniyê bi topên hawanê topbaran kir.

Di encama êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Mihsinlî yê bakurê bajarê Minbicê de, 4 zarok ji heman malbatê şehîd bûn û li gundên Ereb Hesen û Ewn El Dadat ên bakurê Minbicê sivîl birîndar bûn.

Roja şemiyê (2'yê Îlonê) çeteyan êrişên xwe li dijî gundên bakur û rojavayê Minbicê yên li eniyên şer bi topan û çekên giran domandin ku di encamê de rewşeke tirsê di nav şêniyan de derket.

Di encama êrişan de welatiyeke temenmezin a bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) şehîd bû û hin welatiyên din birîndar bûn, her wiha çeteyan birayê birîndaran ji mala wan revand.

Duh çeteyan topbarana xwe ya li dijî gundên Mihsinlî û Ereb Hesen saet di 6:00`an êvarê de domandin û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew topbaran bersivand.

Di roja 4'ê Îlonê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din hewl dan derbasî noqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Ereb Hesen bibin, lê hêzên me, ew hewldan têk bir û çete neçar kirin ku birevin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî hat rûxandin.

Li gor agahiyên ji eniyên şer, hejmara kuştiyên çeteyan derketiya 26 kuştî û ya birîndaran jî 21."

(mh/şx)