Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya giştî ragihand

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya sala xwendinê ya 2023-2024'an ragihand  ku tomarkirin li 4 navendan ji 6`ê Îlonê de dset pê dike û heta 16`ê Îlonê didome.

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya giştî ragihand
4 îlon, 2023   17:01
QAMIŞLO

Li gor ku hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe aşkera kiriye, hevyazbarî hemû fakulte û peymangehên Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Peymangehen Amadekirina Mamosteyan ên girêdayî Desteya Perwerdeyê û Peymangeha Tenduristiyê ya Desteya Tenduristiyê di nava xwe digire.

Navendên tomarkirina hevyazbariyê li ser çar navendên sereke belav dibin; ew jî ev in:

Qamişlo: Hilêliyê, avahiya sereke ya Zanîngeha Rojava.

Kobanê: Avahiya sereke ya Zanîngeha Kobanê.

Reqa: Avahiya sereke ya Zanîngeha Şerq.

Şehba: Ehdas, navenda KPC'ê.

Kaxez û belgeyên tomarkirinê yên pêwîst ev in:

- Wêneyeke nasnameyê yan jî tomarname (ixracqeyd) an jî belgeya nasnameyê ji bo yên bêqeyd (mektûm).

- 8 Wêneyên kesayetî yên nû.

- Kopiyeke resen a bawernameya xwendina amadehî (bekelorya).

- Belgeyek ji komîne.

- Belgeyek ji meclisa malbatên şehîdan ji bo (zarok, xwişk, bira, dê, bav, hevjina) şehîd.

- Belgeyek ji erka xweparastinê ya xwendekarên xort ên ku di salên 1998, 1999, 2000, 2001, 2002 de ji dayik bûne.

MAKANÎZMA TOMARKIRINÊ

Dema tomarkirina xwendekaran li navendên hevyazbariyê di 06.09.2023'an dest pê dike û di 16.09.2023'yan de bi dawî dibe.

Di qonaxa duyemîn de, xwendekarên beşa zanistaî yên ku ji sedî 80 û jor de pile anîne û di hevyazbariya beşên pêwîstiya wan bi ezmûnan heye de tomar kirine , dê bên veqetandin.

 Dûre dê ezmûn bi sistema otomatîzê ji bo materyalên bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî di dîroka 20.09.2023`yan de pêk were.

Beşên ku pêwîstiya wan bi ezmûnan heye; ev in:

Zanîngeha Rojava: fakulteya tibê, mîmariya jîngehê, endazyariya çandiniyê, endazyariya petrol û petrokimyayê, kompîter, peywendî (komunîkasyon), mekatronîk, biyokimya.

Zanîngeha Şerq: fakulteya tibê, endazyariya çandiniyê.

Zanîngeha Kobaniyê: Peymangeha bijîşkî.

Desteya tenduristiyê: Peymangeha tenduristiyê.

Ragihandina encamên ezmûnan dê di 24.09.2023`yan de be. Piştî derketina encaman; navendên hevyazbariyê dê pêşwaziya xwendekaran di navbera 26.09 û 02.10.2023`yan de bike ji bo ku her 15 daxwazên xwe tomar bikin.

Hemahengiyê destnîşan kir ku dewama fermî ya xwendekarên nû yên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di dîroka 14.10.2023’yan de dest pê bike.

(mh)