Yekitiya Êzidiyan paneleke diyalogê li dar xistin

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi dirûşma "Rêxistinkirina civaka Êzidî misogeriya têkbirina komkujiyan e” paneleke diyalogê der bara koka ola Êzidî û wateya wê  de li dar xist.

4 îlon, 2023   14:50
ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê paneleke diyalogê der barê koka ola Êzidî û wateya wê  li dar xist.Panel li hola civînan a kampa Serdem a kantona Şehbayê bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyan li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin, dîwana panelê hate hilbijartin ku hevserokên Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Silêmen Cafer û Meryem Cindo bûn.

Meryem Cindo panel bi rêve bir. Dûre Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Silêmen Cafer axivî û diyar kir ku ev panel ji bo ku  dîrok, wate û girîngiya ola Êzidî nas bikin û wiha got: "Da ku em xwe ji zihniyeta şaş a ku em li ser mezin bûn rizgar bibin. Pêwîs te rastiya ola Êzidî bê naskirin."

Beşa yekem a panelê bi navnîşan "Koka ola Êzidî û wateya wê" bû ku ji hêla hevserokê Yekitiya Êzidyan a Efrînê ve Silêmen Cafer ve hate birêvebirin.

Silêmen behsa dîroka êzidiyan û ola êzidî, ji dema derketiye û heta roja îro û êrişên li ser kir.

Beşa duyem a panelê bi navnîşan "Êzdiyatî di bin saya Ocalanîzmê de" ji hêla endama perwerdeyê ya Yekitiya Êzidiyan Sîdra Ceber ve hate xwendin.

Sîdra diyar kir ku ji dîrokê de heya roja îro gelek alî xwestin kurdên êzidî tune bikin û behsa terora dewletê ya birêxistinkirî ya ku bandor li mirov, kevir û daran kiriye, kir.

Di dawiyê de Sîdra destnîşan  kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah niha hemû Êzidî şiyar bûn û bi mafê xwe ya jiyanê bang dikin.

Sîdra wiha anî ziman: "Hûn kurdên resen in. Hûn ên ku parastina ziman û çanda kurdî dikin. Mîrasa xwe ya ku mîrasa kurdan e, biparêzin. Komployên qirkirinê yên li dijî we dewam dikin û ji bo qirkirina li ser xwe rakin, berxwedana xwe mezintir bikin. Weke Rêber Apo ji bo me re gotiye; em bi we re ne û em ê bi we re bimînin, hebûna we berdewamiya hebûna me ye."

Di dawiyê de mêvanan de navaroka panelê; dîroka gelê Êzidî û parastin dîrok xwe ye, her wiha parasina mafê xwe nîqaş kirin. Herî dawî beşdaran xwestin ku bi hev re bibin alîkar û di bin siya Rêveberiya Xweser de bi projeya ku Rêber Abdullah Ocalan daniye bi hev re jiyanê berdewam bikin.

(zş/şx)

ANHA