Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Li rojhilatê Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li rojhilatê Eyn Îsayê 7 çete hatine kuştin û 7 din birîndar bûne.

Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Li rojhilatê Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin
3 îlon, 2023   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ya têkildarî êrişa li dijî gundê Sigêro yê rojhilatê Eyn Îsayê weşand.

Di daxuyaniyê de meclisê ev agahî parve kirin: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibê saet di 06:25`an de, êriş bir ser gundê Sigêro yê rojhilatê Eyn Îsayê. Hêzên me bersiv dan êrişan û li wir 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha çeteyên din jî paşde vekişiyan. Piştre çeteyên ku ji bo teqwiye dihatin cihê êrişê, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Li wir jî 2 çete hatin kuştin û 7 din birîndar bûn.

Di encama bersivdayîna hêzên me de bi giştî 7 çete hatin kuştin û 7 din jî birîndar bûn.”

(şx)