Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Uwês Îbrahîm bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê, oxir kir.

Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet şehîd Muhîb oxir kir
3 îlon, 2023   17:34
HESEKÊ

Bi dehan xelkê bajarê Hesekê tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Uwês Îbrahîm (Muhîb) bûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedriye Hewale axivî û sersaxî da malbata şehîd û hêzên leşkerî.

Bedriye soza parastina destkeftiyên şehîdan û şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê da.

Dûre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Xalid Îsa axivî û got çete hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin, ji ber wê bang li xelkê herêmê kir ku ji fitneyê baldar û şiyar bin.

Her wiha Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr Fewaz El Zewba axivî û teqezî bi hevgirtina pêkhateyan bi QSD`ê re kir.

Piştî wê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de, girseya gel cenazeyê şehîd Îbrahîm spart axê.

(şx)

ANHA