Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 12 çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di encama bersivdayîna 2 êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê de, 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 12 çete hatin kuştin
3 îlon, 2023   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê wiha ye:

"Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' di roja xwe ya 8'emîn de didome ku hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) banga herêmê bersivand. Hemwextî vê operasyona girîng, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ku vê operasyonê wek şerekî di navbera Kurd û Ereban de nîşan bidin û bi vê bihaneyê xwestin armancên operasyonê li gor planên xwe bi kar bînin.

Li ser vê bingehê jî, dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane li dijî herêmên me êriş dike, gundewarê Minbicê hedef digire, her wiha sibeha 3'yê Îlonê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên Tewîle, Til El Tewîl û Xemse yên bajarokê Til Temir êriş pêk anîn. Lê belê şervanên me bi rêbazeke guncew bersiv dan êrişan û têk birin.

Di encama bersivdayîna êrişan de zêdetirî 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Hemwextî van êrişan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êriş gundê Bobê yê bajarokê Zirganê kir. Lê şervanên me bersiv da û di encamê de 2 çete hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Piştî bidawîbûna şer jî, çete paşde vekişiyan û reviyan.

Çawa me bersiv da çeteyan û axa xwe diparêzin, ji niha û pê de bi hevgirtina gelê xwe em dê parastina herêm û bajarên xwe berdewam bikin.”

(mh/şx)