Meclisa Malbatên Şehîdan banga tolhildanê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê radestkirina hestiyên şehîdên gerîla di qutiyan de bi tundî şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan banga tolhildanê kir
3 îlon, 2023   14:49
KOBANÊKOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker hestiyên gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yilmaz Uzun ku di 2020'an de şehîd bûbû di qutiyekê de radestî malbata wî kir.

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) tevî 5 hevalên xwe di sala 2020’an de li Sêrtê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk  de şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina vê kiryarê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê hevseroka meclisê Eyşe Efendî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker van kiryarên qirêj pêk tîne. Em ji bîr nakin çawa wan keç û xortên me kelepçe kirin û li pey erebeyên xwe xuşandin. Em ji bîr nakin çawa wan cenazeyên keç û xortên me li çiyayên Kurdistanê şewitandin. Em ji bîr nakin çawa wan bi çekên kîmyewî gund û bajarên me hedef girtin. Lê belê îro em li pêşiya kiryareke qirêj a din in, ku dewleta Tirk a dagirker hestiyên keç û xortên me yên gerîla di qutiyan de radestî malbatên wan dikin. Bila seranserî cîhanê vê dewleta dermirovî û hovane bibîne.

Eger civata navneteweyî û rêxistinên qaşo hiqûqî xwedî exlaq û rûmet bin wan nedihişt ev kiryar li dijî gelê me bihatina. Em tu carî serî ji dewlet û rêxistinên ku hewl didin gelê Kurd têk bibin re natewînin, hêza me yekitiya me û têkoşîna me ya ji bo azadiyê ye.

Nameyên dayikan şehîdan zelal in, ew bê zarok dijîn lê bê welat najîn, welat rûmet e. Em bang li gerîla dikin ku tola me ji wan dewletên ku hestiyên keç û xortên me di qutiyan de radestî me dikin, hilînin û em soz didin gerîla ku em dê di vî şerî de li pişta wan bin.

Divê gelê Kurd di nêzîktirîn dem de bibe yek ji ber ku ev bersiva herî guncaw a van binpêkirinan e, divê hêzên kurdistanî yekitiya xwe dûrî malbata Barzanî ku bi Erdogan re hevkar e, ragihînin û konferanseke niştîmanî ya kurdistanî li dar bixin. Da ku armanca fedakariya şehîdan û têkoşîna gelê me bê pêkanîn, em ne hewcedarên tu dewlet û rêxistinan in, em dikarin xwe bi xwe bi ser bixin."

(mh/şx)

ANHA