Fîdan bi hempîşeyê xwe yê Îranê re li Tehranê civiya

Piştî serdana Moskovê wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi hempîşeyê xwe yê Îranê Hossein Amir Abdollahian re li paytexta Îran, Tehranê civiya.

Fîdan bi hempîşeyê xwe yê Îranê re li Tehranê civiya
3 îlon, 2023   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset nûçeyek der barê serdana Hakan Fîdan a Tehranê weşand. Di nûçeya xwe de aşkera kir ku dezgehên çapemeniyê yên Îranê bi bîr xistine ku wezîrê karên derve yê Îranê Hossein Amir Abdollahian bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyaye. Her du aliyan, dozên dulia, herêmî gotubêj kirine.

Hakan Fîdan piştî ku Hezîranê bû wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê, cara yekemîn e serdana Îranê dike.

Wezareta Derve ya Îranê da zanîn ku Abdollahian û Fîdan gera yekemîn a nîqaşan dest pê kir.

Ajansa fermî ya IRNA got her du aliyan der barê dozên hevbeş ên navbera herdu dewletan de û dozên herêmî û navneteweyî nîqşa kirine.

Fîdan pêncşema borî serdana Moskovê kiribû ku li wir bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Lavrov re hevdîtinek li dar xist û di hevdîtinê de bi armanca amadekariya serdana serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyip Erdogan, danûstandin kir.

 (mh/şx)