16 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li bakurê Lazîqiyê di şerê bi çeteyên 'Heyet Tehrîr El Şam' re 16 leşkerên Şamê hatin kuştin.

16 leşkerên Şamê hatin kuştin
2 îlon, 2023   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî nêzî rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê, li Wadî Rebîa yê gundewarê Lazîqiyê di şerê bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re 16 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî duh ragihand ku çeteyên “Muawiye Bin Sufyan” yên girêdayî çeteyên Tehrîr El Şam êrişî nuqteyên hêzên Şamê yên li gundewarê bakurê Lazîqiyê kirine.

(c)