Siwêda û çavnebariyên dewleta Tirk mijarên îro yên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî yên vê sibehê cih dan xwepêşandanên li Siwêdayê û çavnebariyên dewleta Tirk li hember welatên Ereban.

Siwêda û çavnebariyên dewleta Tirk mijarên îro yên rojnameyên erebî bûn
2 îlon, 2023   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di hejmara xwe ya îro de cih da xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin. Di nûçeya rojnameyê de xwepêşandana duh (1`ê Îlonê) li Qada Seyr a Siwêdayê hatî lidarxistin wekî xwepêşandana herî mezin ji destpêka protestoyên li wê derê hat binavkirin.

Li gorî rojnameyê, pankertên ku xwepêşandêran duh bilind kiribûn ji aliyê navarokê ve guhertin nîşan dida. Di nûçeyê de daxwazên wekî "mafê jiyanek bi rûmet, bidawîkirina trajediya penaberiyê û serbestberdana girtiyên siyasî" ên di xwepêşandana duh de derketibûn pêş jî hatine rêzkirin. Bal hat kişandin ku duh xwepêşandêran daxwazên xwe bi rêya tabloyan rave kirine, jinan cilên folklorî li xwe kirine û xwarin belav kirine.

ÇAVNEBARIYÊN TIRKIYEYÊ LI HEMBER WELATÊN EREBAN BERDEWAM IN

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser tevgerên dewleta Tirk li welatên Ereban. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku balyoza Tirkiyeyê ya li Kiweytê Tuba Nur Sonmez di pîrozbahiya balyozxaneyê ya salvegera Roja Serkeftinê de, li gel amadebûna rayedarekî leşkerî yê Kiweytê bi rêya balonekê bal kişandiye ser hebûna leşkerî ya welatê xwe li Kiwyetê. Hat diyarkirin ku balyoza Tirkiyeyê bi vê yekê gelek peyam dane; firotina amûrên leşkerî ji bo Kiweytê, serxistina peymana balafirên bêmirov ên biçek û -eger Kiweyt bixwaze- avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê li axa Kiweyetê.

Di nûçeya rojnameyê de cih da şantaja dewleta Tirk li dijî Iraqê di mijara avê de û hat destnîşankirin ku Enqere hewl dide bigihêje peymana “av li hember petrolê”.

(c)