Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir

Ji bo şermezarkirina kiryarên PDK'ê û piştgiriya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Girkê Legê xwepêşandanek li dar xist.

Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir
Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir
Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir
Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir
29 tebax, 2023   20:37
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Şoreşger û yên Yekitiya Jinên Ciwan ên Girkê Legê û şêniyên navçeyê li qada şehîd Xebat kom bûn û ji bo şermezarkirina kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêr li kolana sereke ta sûka navendî meşiyan. Li sûkê xwepêşandan rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Emşe Ednan Ebdî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê de êdî ji bo hemû Kurdan berçav e û divê herkes li dijî wê bisekine."

Emşe Ednan Ebdî wiha domand: "Divê em li hember xiyaneta PDK'ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re asta têkoşînê bilind bikin. Em piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re nû dikin ên ku ji bo rûmet û azadiya me li dijî xiyanet û dagirkeriyê tê dikoşin."

Xwepêşandan bi siloganên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire faşîzm û îxanet" bi dawî bû

(mh/şx)