Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir

Vê êvarê  Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê dest pê kir.

Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana 1'emîn a Wêjeyî ya Reqayê dest pê kir
29 tebax, 2023   20:21
REQA

Di mîhrîcanê de nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, Yekitiya Rewşenbîran, helbestvan û wêjevanên serbixwe beşdar bûn.

Di serî de endamê Komîteya Çand û Hunerê û endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd El Xelef bixêrhatina mêvanan kir û got: "Sala borî me li vî bajarî pêşangeha pirtûkan piştî salên dirêj ên êş û zehmetiyan li dar xist."

El Xelef wiha domand: "Çima mîhrîcana wêjeyê, ji ber ku wêje beşeke çandê ye û di hemû qonaxên dîroka gelan de êş û şoreşên wan tomar kiriye."

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehid got: "Em lidarxistina Mîhrîcana Wêjeyî di bin siya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de radigihînin û hêvî dikin ku bibe nimûneya pirrengiya herêmê."

El Fehid wiha domand: "Tiştê girîng ew e ku em di peyama xwe ya wêjeyî de fedakaran ji bîr nekin ku ji bo ewlehî û aramiya me,berdêlên biha dane."

Wêjevan û romannivîs Îbrahîm El Xelîl semînerek li ser tevgera wêjeyî û helbestan a bajarê Reqa û Cizîrê da.

El Xelîl got: "Li welatekî nivîskarek an helbestvanek an hunermendek an jî şanogerek tune be, ew welat ji bilî goristaneke mirovan ne tiştekî din e. Helbesta gel, li Reqayê bi rengên jiyanê yên siyasî û civakî rengîn bû û gelek cure jê peyda bûn wek Siwêhlî, Moliye û Lekahî ku Reqa pê navdar e."

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin ku bi piranî ciwan ji kurteçîrokan dûr ketine tevî ku bajar, paytexta kurteçîrokan bû. Her wiha diyar kirin ku hin wêjevan xwe bi pêş xist heta ku nujenî derbas kir.

Pêşinyarên beşdaran ji aliyê Îbrahîm El Xelîl ve hatin bersivandin. El Xelîl destnîşan kir ku kurteçîrok hêsan û normal in lê belê pêwîstiya romanê bi navendekê heye, lê belê kurteçîrok ji bo rastiya herêmê guncawtir e.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi gotina helbestên helbestvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Ehmed El Yûsif ê ji Minbicê, Anahîta Sîno yê ji Serêkaniyê, Xetfan Elûş ê ji Dêrazorê, Evîn Teyfûr û Fêrûz Reşik bi dawî bû.

Tê payîn ku mîhrîcan 3 rojan bidome.

(mh/şx)

ANHA