Li Kobanê nêzî 7 hezar kes li ser xeteriya hişbirê hatin hişyarkirin

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê da zanîn ku wan di çarçoveya hemleya hişyarkirina ji madeyên hişbir de 493 semîner dane, ku nêzî 7 hezar kes beşdarê bûn.

Li Kobanê nêzî 7 hezar kes li ser xeteriya hişbirê hatin hişyarkirin
30 tebax, 2023   06:27
KOBANÊ

Sûriye bûye yek ji dewletên ku herî zêde tê de hişbir tê çêkirin û belavkirin. Ev jî rêbazekî şerê li dijî civaka sûriyeyî ye.

Li beramberî wê xebatên saziyên Rêveberiya Xweser ên ji bo hişyarkirina welatiyan têkildarî xeteriya vê diyardeyê zêdetir dibin. Di Tebaxa 2022'yan de Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Komîteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê, tevgerên ciwanan û Desteya Perwerdeyê li dijî madeyên hişbir dest bi hemleyê kir. Hemle heta roja îro jî didome.

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê Elaedîn Kino Eto destnîşan kir ku hişbir bi taybetî li dewletên ku şer tê de heye zêdetir belav dibe û got: "Herêma Firatê û kantona Kobanê piştî berxwedana li hember DAIŞ'ê hatibûn armancgirtin. Dewletên derdora me, wek Îran û Tirkiye û herêmên din nê Sûriyeyê hewl dan di nav herêmên me de hişbirê belav bikin."

Eto diyar kir ku wan hewl daye bi rêya semîneran û ekîbên pispor ciwanan hişyar bikin û ev agahî parve kirin : “Me di Tebaxa 2022'yan de hemleya dijî hişbirê dest pê kir. Heta niha jî hemle didome. Tenê di dema erdjehê de hemle bi awayekî demkî hat rawestandin.”

493 SEMÎNER

Eto wiha domand: "Hemle li dibistanan û Zanîngeha Kobanê, komîn, saziyên Rêveberiya Xweser û di nav gel de hat destpêkirin. Semînerên hatine dayîn der barê hişyarkirina ji hişbirê de bûn. Ji destpêka hemleyê de û heta niha 493 semîner hatin dayîn, 6 hezar û 903 kes beşdarê bûn."

Eto bal kişand ku wan encamên baş ji hemleyê bi dest xistine û piştî bidawîbûna semîneran bi sedan ciwanan daxwaz kiriye ku xwe ji vê metirsiyê biparêzin.

(mh/şx)

ANHA