Piraniya wan jin û zarok 39 welatiyên Sûdanê hatin kuştin

Di şerên Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşa Sûdanê yê li başûrê herêma Darfor de, 39 kes hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Piraniya wan jin û zarok 39 welatiyên Sûdanê hatin kuştin
29 tebax, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa AFP`ê ku agahiyên xwe spartin şahidan û çavkaniyên tibî, li bajarê Niyala yê li başûrê herêma Darfor a Sûdanê ji ber şer û tobparanê 39 kes hatine kuştin.

Hate ragihandin ku piraniya kuştiyan jin û zarok bûn, her wiha di nava wan malbatek bi temamî jî hebû.

Aktîvîstê sûdanî Ehmed Qoca li ser hesabê xwe yê medya dijîtal got: “Tişta li Niyala rû daye komkujî ye ku 39 zarok, jin û mêr bûne qurbaniyên wê.”

Tê destnîşankirin ku Niyala yek ji bajarên Sûdanê ye ku herî zêde şerên dijwar lê rû didin. Li wî bajarî çaryeka niştecihên Sûdanê ku hejmara wan nêzî 48 milyon e, bi cih dibin.

(c)