Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê': 5 çete û bazirganên hişbirê hatin girtin

QSD`ê agahiyên nû der barê Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' de parve kirin û ragihand ku di roja duyemîn a operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ`ê û 2 bazirganên hişbirê hatine girtin.

Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê': 5 çete û bazirganên hişbirê hatin girtin
29 tebax, 2023   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî Operaysona "Xurtkirina Ewlehiyê" ku di roja xwe ya 3′yemîn de dewam dike, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

′′Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê, sûcdaar û bazirganên hişbirê di roja 3′yemîn de li herêma Dêrazorê didomînin. Hêzên me paqijkirina gundewarê rojavayê Dêrazorê ku ji rojhilatê Reqayê heta çerxerêya Meamil digire nava xwe, bi dawî kir. Operasyon li gundewarê rojhilat û hin beşin ji gundewarê bakurê Dêrazorê berdewam dike.

Duh bi şev jî, hêzên me li ser rêya Ezba-Konîko 3 çeteyên DAIŞ′ê dema ku hewl didan birevin, girtin.

Di operasyoneke serdegirtinê de jî hêzên hevbeş ên operasyonê 2 bazirganên hişbir girtin û miqdareke madeyên hişbir desteser kir.

Hêzên hevbeş ên Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê diyar dikin ku dê armancên operasyonê ku berê destnîşan kirine an ku têkbirina şaneyên DAIŞ′ê û zuwakirina jêderên wan pêk bînin. Her wiha dê hesab ji hemû kesên ku destê wan di bazirganiya hişbirê û pêkanîna zulmê li dijî sivîlan de hene, bipirsin."

(bb)