Çete navendên xizmetê jî dikin navendên tirkkirinê

Dewleta Tirk a dagirker navenda ajansa me ya li Efrînê ku piştî dagirkirina bajêr dest danîbû ser, veguherandiye navendeke tirkkirinê.

Çete navendên xizmetê jî dikin navendên tirkkirinê
Çete navendên xizmetê jî dikin navendên tirkkirinê
Çete navendên xizmetê jî dikin navendên tirkkirinê
29 tebax, 2023   12:06
QAMIŞLO-MIHEMED EBDO

Ji dema dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek navendên ku xizmeta xwecihên herêmê dikirin, veguherandin navendên mayîndekirina siyaseta tirkkirinê ya ku li herêmê didin meşandin.

Yek ji wan navendan jî navenda ajansa me (Ajansa Nûçeyan a Hawarê) û Radyo “Avrîn FM” e ku dewleta Tirk a dagirker veguherandiye avahiya zanîngehekê ku bi zimanê tirkî perwerdeyê dide.

Navê “Amanus” li vê zanîngehê hatî kirin, ew ji aliyê rêxistina “Bijîşkên Serbixwe” ve tê fînansekirin. Li gorî agahiyên ku gelek çavkaniyan dane, kesên ku dixwazin li wê zanîngehê bixwînin divê nêzî hezar dolarî pere bidin.

Li gorî raporeke Navenda Belgekirina Binpêkirinan, “Rêxistina Bijîşkên Serbixwe” gelek sûcên şer ên çeteyan nixumandine û gelek çete di nava saziyên xwe de erkdar kirine.

Yek ji wan çeteyan jî “Ebû Raşid El Xezalî” ku berê berpirsê Girtîgeha Masera ya girêdayî “Cebha Şamiyê” bû û cihê wê li gundê Sico yê li gundewarê bakurê Helebê ye. Ew girtîgeh piştre di 28`ê Kanûna 2019`an de hatibû teqandin.

(c)