'Bi hevgirtinê em ê planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin'

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê got, dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hewayî û şerê avê wê nikaribe îradeya gelê berxwedêr ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkîne.

'Bi hevgirtinê em ê planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin'
29 tebax 2023   01:35
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker êrişên bejahî û hewayî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di heman demê de bi rêya birîna ava stasyona Elokê û çemê Firatê polîtîkayên qirkirinê li dijî gelên herêmê pêk tîne.

'BI HEVGIRTINÊ EM Ê PLANÊN DAGIRKERAN TÊK BIBIN'

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajar û gundewarê Minbicê Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî got: ''Senaryoyên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên me zêde bûne. Dewleta Tirk piştî ku bi êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek nekarî gavekê pêşde biavêje, vê carê ser li şerê avê da û ava stasyona Elok a ku avê dide bajarê Hesekê û gundên wê qut kir da ku şêniyan tî bike û herêmê vala bike."

Şêx El Esîdî diyar kir ku gel li hemberî van senaryoyan yek ma û şênî û eşîrên Kurd û Ereb desteka avê dan şêniyên Hesekê. Şêx El Esîdî got: "Ev nîşaneya hevgirtina tevahî pêkhateyên herêmê ye. Bi hevgirtina xwe em ê planên dagirkeriyê têk bibin. Bila Erdogan bizanibe ku em ê ji balafirên wî û şerê wî yê taybet natirsin. Em yek dest in û îradeya me xurt e. Em ê tevahî planên wî û xewna wî ya pêkanîna Mîsaqî Millî têk bibin."

Rûspiyê eşîra Cabîra, Îbrahîm Ehmed El Îsa bang li hêzên navneteweyî kir ku sînorekî dewleta Tirk a dagirker re deynin û got: "Birîna ava li ser herêmê li dijî qanûnên navneteweyî, hiqûqî û exlaqî ye. Berdêl çi dibe bila bibe em amade ne avê bidin şêniyên xwe yên li bajarê Hesekê."

(bb)

ANHA