`Em dev ji kamera û pênûsên hevalên xwe bernadin û dê siyasetên dijmin teşhîr bikin`

Rojnamevanên Ronahî TV`yê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina rojnamevanan armanc dike ku siyasetên xwe yên kirêt veşêre û girtina malpera kanalê ya Facebookê, delîla wê ye.

`Em dev ji kamera û pênûsên hevalên xwe bernadin û dê siyasetên dijmin teşhîr bikin`
`Em dev ji kamera û pênûsên hevalên xwe bernadin û dê siyasetên dijmin teşhîr bikin`
`Em dev ji kamera û pênûsên hevalên xwe bernadin û dê siyasetên dijmin teşhîr bikin`
`Em dev ji kamera û pênûsên hevalên xwe bernadin û dê siyasetên dijmin teşhîr bikin`
`Em dev ji kamera û pênûsên hevalên xwe bernadin û dê siyasetên dijmin teşhîr bikin`
29 tebax 2023   00:37
HESEKÊ-SÎBELCAN SELMAN

Dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazan hewl dide ku yên hovîtiya wê aşkera dikin hedef digire.

23`yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke kanala Jin TV kir hedef. Di encamê de karmendê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd birîndar bû.

Her wiha şîrketa Meta ya Facebookê, ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û saziyên wê li ser malpera kanalê, rûpela fermî ya Ronahî TV ji 25`ê Tebaxê ve girtiye.

Di vê çarçoveyê de, rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ronahî TV Hesen Remo got: “Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên hovane de, tevahî pêkhateyên herêmê yên ku dixwazin projeya neteweya demokratîk pêk bînin, dike hedef. Her wiha 23`yê vê mehê jî, erebeyeke Jin TV kir hedef. Di encamê de karmendê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû.

Remo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina rojnamevanan armanc dike siyasetên xwe yên kirêt ên li dijî gelan, veşêre û rastiya wê ji raya giştî re aşkera nebe.

Remo wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi awayekî hovane rojnamevanan hedef digire, lê belê êriş malperên sosyal medyayê jî dike. Beyî hişyarî, rûpela kanala Ronahî TV ya kurdî û erebî hate girtin. Ev nîşan dide ku ew her kesê siyasetên wê yên mêtinger aşkera dike, dike hedef.

Remo îşaret pê kir ku tevahî rojnamevanên li ser şopa azadiyê dev ji kamera û pênûsên hevalên xwe bernadin. Dê şopdarên rêya wan bin da ku kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker aşkera bikin.

Endama kanala Ronahî TV Bêrîtan Xalid jî îşaret bi siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî her kesê hewl dide sûcên wê aşkera bike, kir û got: “Bi tevahî rêbazan şerê yên hewl didin rastiya wê ji cîhanê re aşkera bikin, dike.”

Bêrîtan destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser malperên sosyal medya ew e ku ji rastiya ji cîhanê re bi rêya van malperan aşkera dibe, ditirse.

Bêrîtan di dawiyê de soz da şehîdan ku siyasetên dagirkeran bi kamera û pênûsên xwe aşkere bikin û bibin dengê rastiyê.

(şx)

ANHA