Qedexeya derketinê ya li Hesekê hat bidawîkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketinê ya li Hesekê ragihandibû bi dawî kir.

Qedexeya derketinê ya li Hesekê hat bidawîkirin
28 tebax 2023   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ronahî TV ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên tabyet, ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketinê ya li bajarê Hesekê hemwextî lidarxistina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ragihandibû, bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemwextî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li Hesekê, navçeyên Şedad û Holê yên Hesekê qedexeya derketina derve ragihandibû.

QSD`ê duh êvarê li beravê rojhilatê çemê Firatê yê Dêrazorê li dijî DAIŞ`ê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ragihand.

(şx)

ANHA