Li Dirbêsiyê 4 şehîd hatin bibîranîn
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê 4 şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi merasîmekê şehîd Silava Remedan, Vejîn Jiyan, Weid Xelûf û Ozgur Ronî bi bîr anîn ku di dem û cihên cuda de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.
Silava Remedan di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de di 18'ê Tebaxê de li dijî navendeke perwerdeya zarokên keçîn a li gundê Şimokê yê rojavayê Hesekê birîndar bûbûn. Lê dûre di 1`ê Îlonê de şehîd bû.
Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Vejîn Jiyan di 7'ê vê Tebaxê de di encama qezayekê de birîndar bûbû û dûre di 27'ê Tîrmeha borî de şehîd bû.
Welatiya bi navê Weid Xelûf di 27'ê Tîrmeha borî de di encam êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî 2 erebeyên li ser rêya bajarokê Til Marûf ê kantona Qamişlo de şehîd bû û şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Ozgur Ronî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 17'ê Tîrmeha 2022'yan de şehîd bû.
Merasîm li hola navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê bi beşdariya malbata şehîd Silava Remedan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan û sazî û şêniyên navçeyê li dar ket.
Di serî de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê Nûr Ebas fedakariya şehîdan û rola wan di parastina welatan de anî ziman û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştre bi navê malbata şehîd Silava Remedan, dayika wê Remziye Remedan axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Silava ji zaroketiya xwe de dihat hezkirin û hertim rû li ken bû."
Dayika Remziye soza şopandina rêya şehîdan û ya Rêber Abdullah Ocalan da.
Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hat pêşandan û merasîm bi siloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
(mh/şx)
ANHA