Wezîrê bazirganiyê yê dewleta Tirk a dagirker sibe li Bexdayê ye

Wezîrê bazirganiyê yê dewleta Tirk a Dagirker Omer Polat sibe diçe Bexdayê. Çaverê ye ku li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û rayedarên din ên Iraqê bicive. Armanca serdana wezîrê Tirk li Iraqê zêdekirina rola şîrketên Tirkiyeyê ye.

Wezîrê bazirganiyê yê dewleta Tirk a dagirker sibe li Bexdayê ye
28 tebax 2023   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê ragihand ku serdana wezîrê bazirganiyê yê dewleta Tirk Omer Polat piştî serdanên wezîrê derve û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê ji bo Bexda û Hewlêrê tê. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya Iraqê îflasa xwe ya aborî ji welatê xwe veşêre.

Li gorî medyayê ku agahiyên xwe dispêrên çavkaniyan, wezîrê bazirganiyê yê dewleta Tirk Omer Polat wê sibe serdana Bexda bike. Çaverê ye ku wezîrê Tirk bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Guhestin û Avdaniyê yê Iraqê re bicive.

Herwiha medyayê tekezî li wê yekê kir ku biryar e Omer Polat bi berpirsên Iraqê re behsa rêyên bihêzkirina peywendiyên aborî yên niha di navbera her du welatan de bike, her wiha dê hewildanên ji bo bihêzkirina rola şîrketên Tirkiyeyê li Iraqê bide.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, danûstandinên bazirganiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de di salekê de zêdetirî 20 milyar dolar e. Ev dahate jî zêdetir ji bo dewleta Tirk ya dagirker e. Iraq bûye çavkaniyeke sereke ya pere peydakirina Tirkiyeyê, lewra rayedarên Enqereyê weke lehiyê serdana Iraqê dikin.