Agahiyên dawîn ên Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê'

Di çarçoveya Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' de 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, 3 êrişkar hatin kuştin. Operasyon hê jî berdewam e. Komên leşkerî yên di bin sîwana QSD`ê de jî teqwiye şandin baskên operasyonê.

Agahiyên dawîn ên Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê'
28 tebax, 2023   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh êvarê (27`ê Tebaxê) bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” li herêma Dêrazorê û rojhilatê çemê Firatê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

OPERASYON LI SER 3 BASKAN BI RÊVE DIÇE

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî têkildarî rêveçûna operasyonê û detayên tevgerên hêzên operasyonê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, ji ajansa me re axivî. Şamî ev agahî parve kirin: “Operasyonê ji 3 baskan ve dest pê kir; baskê yekemîn li gundewarê bakurê Dêrazorê ye ji navçeya Sorê bigire û heta çemê Firatê û herêma 7 Kîlo digire nava xwe, baskê duyemîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye û ji navçeyên girêdayî bajarokê Bisêra û heta sînorên Sûriye-Iraqê li bajarokê Baxozê digire nava xwe, baskê sêyem jî li gundewarê rojavayê Dêrazorê ji çarxerêya Mamil û heta herêmên îdarî yên girêdayî Reqayê digire nava xwe.”

Ferhad Şamî da zanîn ku hêzên operasyonê li baskê sêyemîn (gundewarê rojavayê Dêrazorê) armanca operasyonê pêk anîne. Şamî têkildarî rêveçûna operasyonê li wî baskî ev detay parve kirin: “Hêzên QSD`ê 5 çeteyên DAIŞ`ê girtin, 3 çekdarên ku êrişî hêzên operasyonê kirin jî hatin kuştin, 8 belavkarên hişbirê yên li herêmê jî hatin binçavkirin.”

Şamî destnîşan kir ku operasyon li baskên yekemîn û duyemîn bi hemû hêza xwe berdewam e û li gorî plana jê re hatî danîn bi rêve diçe. Her wiha da zanîn ku hemû komên leşkerî yên di bin sîwana QSD`ê de ji bo piştgiriya operasyonê teqwiye şandine.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji gundewarê rojavayê Dêrazorê dane, piştî tevgerên şevên din ên li herêmê, ji saetên serê sibehê ve li herêmê jiyan asayî ye.

Qedexeya ketin û derketina bajarê Hesekê û navçeyên başûrê wê hê jî berdewam e. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji bajêr dane, hêzên ewlehiyê li deriyên têketin û derketina bajêr bi cih dibin, lê li hundir bajêr û li hudnir navçeyan tevgera şêniyan asayî ye.

(c)

ANHA