Şêniyên Çelebiyê li dijî tecrîdê meşiyan

Li navçeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê bi meşekê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şeremzarkirin û teqezî bi berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Şêniyên Çelebiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Çelebiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Çelebiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Çelebiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Çelebiyê li dijî tecrîdê meşiyan
28 tebax, 2023   12:24
 KOBANÊ

Meş ji aliyê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hat organîzekirin û bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî tevlê bûn. Meşê ji pêşiya navenda Kongra Star a li navçeyê dest pê kir û dirûşemyên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Meşvan li çarxerêya Şehîd Gelhat rawestiyan. Li wê derê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê şaxê herêma Firatê Ehmed Xoce axivî. Xoce tecrîd û nameyên gefxwarinê yên dane Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Xoce got: “Ji ber ku em xwedî li firkrên Rêber Abdullah Ocalan derketin û li dijî aliyên destdirêjiyê li herêmên me dikin têdikoşin, em bi êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimînin. Em ê têkoşîn û berxwedana ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.”

Xoce, bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember tecrîdê û qedexekirina hevdîtina malbatê û parêzeran, şermezar kirin.

Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(c)

ANHA